Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li navçeya Til Birak ji bo piştgiriya bi QSD’ê û berxwedana şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê re meşek li dar xist.
Di meşê de banga dewamkirina berxwedanê heya rizgarkirina herêmên ku dewleta tirk û çeteyên wê dagirkirine hate kirin.
Meclisa Ciwanan diyar kir ku divê ciwan li dijî dagirkeriyê tevli refên QSD, YPG û YPJ’ê bibin.