Xelkê Qamişloyê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebduselam Ehmed û merasîmek xiyabî ji bo şehîd Sîpan Hêvî li dar xist.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebduselam Ehmed di 24’ê Hezîranê de , di encama krîza dil de şehîd bûbû.
Gerîlayê HPG’ê şehîd Hisên Elî bi nasnav Sîpan Hêvî di 4’ê Hezîranê de li Zapê şehîd bûbû.
Merasîmên xiyabî û sersaxiyê li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Xelkê bajêr, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û leşkerî , tevger û rêxistinên jinan beşdarî merasîman bûn.
Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Emar Mûsa sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Ev malbat xwedî nasnameyên 8 şehîdan e.
Lewma xwedî roleke girîng di şoreş û destkeftiyên li herêmê ne.”
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Kawa Gulo axivî û got her şervanek pirtûkek têra nivîsandina berxwedana wî/ê nake û her şervanek di oxira parastina gel û welatê xwe de li dijî çeteyan berxwedaneke mezin raber kir.”



