QSD’ê nasnameyê şervanê xwe Ceger Hesekê eşker kir û soza domandina rêya şehîdan û pêk anîna hêviyên wan dûbare kir.
Têkildarî şehadetê navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê daxuyaniyek da.
Di daxuyniya QSD’ê de wiha hate gotin:
“Şervanê me Mihemed Hesen Necîm bi nasnav Ceger Hesekê, dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.”
QSD’ê tekoşeriya şehîd bibîranî û got:
“Hevriyê me Ceger ji malbateke welat parêz bû, ji destpêkê ve cihê xwe di nava hêzên me de girt.
Beşdarî gelek pêngavên rizgarkirina herêmê û parastina wê ji çete DAIŞ’ê û êrişên cûda bû.
Beşdarî wî ji perwerdeyên ediylojî û lêşkerî hişt ku erka xwe bi lehengî bi cih bîne”
QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Ceger Hesekê
Nav û paşnav: Mihemed Hesen Necîm
Navê dayikê: Zerga
Navê bav: Hesen
Cihê jidatikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – Qezayek leşkerî -28 / 6 / 2025.



