Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi koma 139’an di roja 711’an bi biriyardariyek xurt didome.
Merasîmê dewre girtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarî gel û çalakvanan hat lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, li ser navê koma 139’an Arjîn Çemanî axivî.
Arjîn serhildana Şêx Seîd bibîranîn û got:
“Îro piştî serhidana Şêx Seîd tam sedsalek derbaz bû ku li dijî nasnameya gelê Kurd serî hilda.
Teqez ev ne serhildana dawî bû û wê bi dawî jî nebe.”
Piştî axaftinan çalakî bi durişmeyan dewr hate girtin.



