Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo di derbarê çarçoveya dîrokî ya madeya 140 a Destûra Iraqê diyar kir ku ji bo armancên siyasî dîsa hatiye rojevê û got:
“PDK’ê û Heşda Şeebî dixwazin li Şengalê li ser gelê Êzidî serdestî bi dest bixin.”
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo derbarê çarçoveya dîrokî ya madeya 140 a Destûra Iraqê de ku bi rêya wê hikûmeta Iraqê guhertina demografîk li Şengalê pêk anî, nirxandin kir.
Nayîf Şemo da zanîn ku di serdema Sedam Huseyîn de, mirov ji malên xwe hatin koçberkirin û ji bo wan deverên nû yên niştecihbûnê hatin avakirin û wiha dewam kir::
”Ji ber vê sedemê, di sala 2005’an de li ser daxwaza PDK’ê madeya 140’an li Destûra Iraqê hate zêdekirin û armanca wê çareserkirina pirsgirêkên civakî û herêmî bû.
Lê belê, di sala 2007’an de, Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Nûrî Malikî ev made bêbandor kir û pêkanîna wê rawestand.
“PDK’ê soz dida civaka Êzdî lê di pratîkê de bi cî nedihatin”
Nayîf Şemo destnîşan kir ku PDK’ê, tevî ku di navbera salên 2003 û 2014’an de li Şengalê çalak bû jî, piştgiriya pêwîst nedaye civaka Êzîdî û wiha got:
“PDK’ê soz didan civaka Êzîdî ,lê ev soz di pratîkê de nehatibûn bicihanîn.”
“Armanca PDK’ê ew e ku dengên gelê Êzidî di hilbijartinan de bi dest bixe ”
Di berdewamê de Şemo destnîşan kir ku her çend PDK’ê di demên berê de di bicîhanîna madeya 140’an de nekarî tiştek bike, niha bi atmosfera hilbijartinê vê madeyê dixîne rojevê û wiha berdewam kir :
“Armanca PDK’ê ew e ku dengên gelê Êzidî bi dest bixe û wan dîsa bixe bin kontrolê.
Her wiha wan bi îradeya xwe ve girêbide.”
“PDK’ê û Heşda Şeebî ji bo heman armancê dixebitin”
Xalek din a girîng ku Nayîf Şemo balkişan li ser ku ne tenê (PDK), lê di heman demê de jî Heşda Şeebî ji bo heman armancê dixebitin.
Şemo ev nakokiya di navbera PDK’ê û Heşda Şeebî de wekî “şerekî her du aliyan” bi nav kir û wiha axivî:
“Gel di xeweke giran de ye,ger gelê Êzîdî vê lîstikê fêm neke, ew ê dengên xwe radestî yek ji van hêzan bikin.”
“Em weke MXDŞ’ê piştgirtiyê didin yekîtiya partî û hêzên siyasî”
Di dawî de Nayîf Şemo li ser nîsiyatîfa “Doza Êzdiyan” kêfxweşiya xwe anî li ser ziman û da zanîn ku yekîtiya partî û hêzên siyasiye pîroz dibînin û ew weke MXDŞ’ê heta dawiyê piştgirî didinê.



