Yek ji navên girîng ê di dîroka têkoşîn û berxwedana Kurdan ya li Rojhilatê Kurdistanê Simkoyê Şikakî ye.
Simkoyê Şikakî ku di nava 25 salên têkoşîna xwe de gelek reformên giring ên civakî û çandiniyê pêkanî, di dîroka gelê Kurd de bûye çavkanî û îlhama şoreş û tevgerên piştî wê demê derketine holê.
Sîmkoyê Şikakî bi navê xwe yê rast Îsmaîl Axayê Şikakî, di serdema destpêkê ya sedsala 20’an de yek ji pêşeng û rêberên girÎng û navdar ên Kurd bû.
Serokê eşîra Şikakiyan ku malbateke navdar a Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê bû.
Kurê Mihemed Paşayê Elîxanê Îsmaîl Axayê Şikakî ye.
Li gorî hinek lêkolînan di sala 1875’an de ji dayîk bûye:
Şikakî yek ji qewmên mezin û xurt a Kurdên Rojhilata Kurdistanê bi taybetî li herêma Urmiye, Salmas, Xoy û Qoturê bûn.
Simkoyê Şikakî di ciwaniya xwe de beşdarî gelek çalakî û tevgerên şoreşgerî dibe.
Simkoyê Şikakî karî 50% ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji Îranê rizgar bike
Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem, Rûsan êrişî mala wî kirin, ew girtin û dersînor kirin,
lê di demek kurt de bi çend mercan ew berdan.
Simko Şikakî mercên Rusan qebûl kir.
Lê ew qet ji fikra xwe ya afirandina sîstemek rêveberiyê ji bo Kurdan sar nabe.
Eşîra Şikakî di navbera Împaratoriya Îran û Osmaniyan de, wek hêzek serbixwe li herêmê roleke girîng dilîst.
Di sala 1918’an de Simkoyê Şikakî ji bo avakirina herêmek xweser a netewa Kurd, dest bi têkoşînê kir.
Sala 1919’an de, Simko şoreşek li dijî Îranê dide destpêkirin ku di encamê de xakek berfireh xist bin kontrola xwe de.
Sala 1930 rayedarên Îranê bi komployekê Simko li nêzîkî bajarê Şîno dikujin
Di navbera salên 1918-1922’yan de gelek gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê dixe bin kontrola xwe de.
Di sala 1921’an de, artêşa Îranê êrişî rêveberiya Simko kir.
Di sala 1922’yan de di şerek mezin de hêza Simko dişke, di wê demê de ew neçar dimîne ku paşve bikişe û bireve Tirkiyê.
Piştî 2 salan ango di sala 1924’an de, bi efûyekê vedigere Îranê.
Simkoyê Şikakî bi armanca ji nû ve destpêkirina şoreşeke din, 2 salên din bi dizî çalakiyên xwe yên siyasî û civakî dide didomîne.
Di sala 1926’an de, li dijî Îranê serhildan kir, lê şoreşa wî têk çû û ew vegeriya Tirkiyê û li wir hate girtin.
Di sala 1930’an de, dîsa vegeriya Îranê, lê vê carê rayedarên Îranê fêm kirin ku ew ê dev ji ramanên xwe yên ji bo afirandina yekîtiyek siyasî û îdarî ji bo Kurdan bernede,
ji ber vê yekê li nêzîkî bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê komployek li ber tê danîn û li wir tê kuştin.
Simko Şikakî 25 sal li dijî Îranê têkoşiya û karî JI 50% ji axa Rojhilatê Kurdistanê rizgar bike.
11 salan li herêma di bin kontrola xwe de hikûmdarî kir, di vê navberê de gelek çaksaziyên civakî û çandiniyê pêk anî.



