Ev rêwîtî ji ber sedemên ewlehiyê veşartî ma heta ku Wadfull gihîşt Kîevê, li wir bi trênê ber bi paytexta Ukraynayê ve çû, digel nûnerên pîşesaziya çekan a Alman.
Wezîrê Derve yê Almanya Johan Vadevoll 29’ê Tîrmehê, di çarçoveya serdaneke fermî ya bo Ukraynayê de, bi trêneke taybet gihîşte Kîevê.
Vadevoll diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn danûstandinan naxwaze, teslîmbûna Ukraynayê dixwaze.
Johan Vadevoll tekez kir ku ji ber vê sedemê, divê zextatên li ser Rûsyayê zêdetir bibe.
Piştî êrîşên Rûsyayê yên bênavber, Vadevoll soz da Ukraynayê ku piştgiriya çekan a Almanya wê berdewam bike.
Wezîrê Derve yê Almanya anî ziman ku ew ê bi biryardarî li kêleka Ukraynayê bisekinin û ew ê pergalên parastina hewayî yên nûjen û çekên din bidin Ukraniyayê.
Tê payîn Johan Vadevoll bi Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andrey Sibiha re hevdîtinan bike û wê beşdarî civînên asta bilind ên rêveberên karsazên Alman û rayedarên Ukraynayê de jî bibe.



