Di encama êrişên hewayî yên 24 saetên dawî yên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, herî kêm 81 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Behisa agirbesta li Xezayê tê kirin.
Lê herî dawî Wezîrê Karê Derve yê Israîlê Cedûn Sair ragihand ku ew ê hêzê bi kar bînin eger her du alî negihan rêkeftinekê.
Wezîrê Karê Derve yê Israîlê Cedûn Sair di konfiranseke çapemeniyê li gel hempîşeyê xwe yê Nemsaywî eşkere kir ku ew ji bo rewestandina şerê li Xezayê mercên Hemas napejirînin.
Himwextî van gotinan êriş û kutin li nava Xezayê berdewam e.
Herî dawî Îsraîlê êriş pêk anîn.
Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 81 kes hatin kuştin
Di vê derbarê de Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê de, di nava 24 saetên dawî de 81 kes hatin kuştin.
Wezaretê diyar kir ku zêdeyî 400 kes birîndar bûn û tîmên ambûlans û parastina sivîl ji ber astengiyên li ser rê, bi zorê xwe gihandin birîndaran.
Li aliyê din, artêşa Îsraîlê sibeha Yekşemê banga veguhestinê li şêniyên gelek taxên li bakurê Şerîda Xezeyê kir.
Artêşê diyar kir ku li van herêman wê li hemberî Hamasê ‘hêzeke zêde’ bi kar bînin û operasyonê bimeşînin.
Her wiha nexşeyek hate weşandin ku di serî de bajarê kevn û herêma Cîbaliyeyê gelek taxên Xezeyê bi rengê sor hatiye işaretkirin.
Şerê dawî yê li Xezeyê di 7’ê Cotmeha 2023’an de bi êrişa Hamasê ya li ser başûrê Îsraîlê destpê kir, ku beriya niha êrişeke bi vî rengî nehatibû kirin.
Di êrişê de piraniya wan sivîl 1.219 kes ji Îsraîlê hatin kuştin. Her wiha 49 kes hatin revandin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku 27 ji dîlgirtiyan mirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê de piraniya wan sivîl zêdeyî 56 hezar û 400 Fîlîstînî hatine kuştin.
Her wiha li kêleka vê hijmara kuştî û birîndaran piraniya avahî û xanî ji ber êrişan hilweşiyan e.



