Li Amûdê di merasîmê bîranîna 51 şehîdên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Amûdê ji bo bîranîna 51 cangoriyên azadiyê yên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de şehîd bûne merasîmek li dar xist.
Merasîma bîranînê li hola PYD’ê bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên Kongra Star, saziyên civaka sivîl û meclisa leşkerî pêk hat.
Li hola bîranên wêneyên şehîdan, şehîd Zîlan (Zeyenb Kinacî), alên QSD û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.
Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir, piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Xaliya Qasim axivî.
Xaliyayê di axaftina xwe de şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û diyar kir ku armanca wan şehîdan jiyaneke aştiyane li welatekî azad bû.
Xaliya her wiha şehîd Zîlan di salvegera 29’an de bi bîr anî û wiha got: “Dengê jina Kurd li tevahiya cîhanê veda. Şehîd Zîlan ji bo Kurdistaneke azad canê xwe feda kir. Em soz didin ku em ê heya pêkanîna xeylanên wan şopdarên xeta şehîdan bin.”
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de û wêneyên şehîdên her çar mehan hat pêşandan.
Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.



