Li Fransayê qadeke daristanî ya ji 400 hektarî şewitî, lewma bi balafiran destwerdan li şewatê hate kirin.
Bi zêdebûna germa havînê re li gelek deverên Cîhanê, buyerên şewatê zêde bûne.
Ev şewat jî bandoreke mezin li jiyana bi mîlyonan mirovan dikin û dibin sedema ziyanên mezin.
Li herêma Aude ya Fransayê şewateke mezin rû da.
Bi balafiran destwerdan li şewatê hate kirin.
Her wiha tîmên destwerdana lezgîn jî bi avê hewl dan agir vemirînin.
Qadeke daristanî ya 400 hektar şewitî.
Herî dawî hat ragihandin ku şewat hatiye kontrolkirin.



