Meclisa gelan di 28’ê Hezîranê de der barê xebatên komîn û meclisabn de civînek li dar xistibû.
Di bernameyê de hate diyar kirin ku divê xebatên komîn û meclisan ji nû ve werin nirxandin.
Li gorî ku bernameyê destnîşan kiriye wê Rojên şemiyan ji bo tevlêbûna xebatên komînan be.
Rojên pênşeman jî hemû karmend wê navendên xwe paqij bikin.
Piştî biryara meclisê li hemû kantonan dest bi amadekariyên van xebatan hatiye kirin.
Niha ji bo xurtkirina komîn û meclisan û dagirtina valahiyên heyî kar tê kirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Şero der barê mijarê axivî.
Hesen Şero diayr kir ku wê li kantonê 2 hezar û 69 komîn di rojên pêş de li gorî rewşên wan û Hevpeymana Civakî ji nû ve werin birêxistinkirin.
Her wiha Hesen şêro anî ziman ku armanc ji vê biryarê ewe ku çawa di welatê xwe de çanda paqijiyê ava bikin.



