Şandeyeke ji Ewropa ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re çûn Tirkiyê û serlêdan kirin.
Endamên şandeyê diyarkirin çareseriya pirsgirêka Kurd wê bandoreke erênî li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bike û dan zanîn armanca wan ya sereke jî azadiya Rêber Apo.
39 rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û parêzerên ji welatên cuda yên Ewropayê du roj berê çûn bajarê Stenbolê yê Tirkiyê.
Şandeyê di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kirin.
Sopo: Demokratîkbûn ji bo Tirkiyê gelek girîng e
Yek ji endamê şandeyê Serokê Komeleya Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê a Fransayê Dominique Sopo destnîşan kir ku demokratîkbûn ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo tevahiya Tirkiyeyê jî pir girîng e got,
“Abdullah Ocalan ji bo hemû welat demokratîkbûnê dixwaze.
Abdullah Ocalan kesek e ku pirsgirêka demokratîkbûnê pir baş analîz dike û çareseriyan jê re peyda dike. Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim.”
Sopo: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê bandorê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bike
Sopo da zanîn armanca pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd e û got,
“Hêza sereke ya vê pêvajoyê Kurd û Ocalan e. Ew dikarin li ser çareseriya rastîn a vê pêvajoyê biryar bidin.
Çareseriya pirsgirêka Kurd wê bandoreke erênî li ser Tirkiyeyê bike û tevahiya Rojhilata Navînê eleqedar dike.”
Louis Lemkow: Rola Abdullah Ocalan gelek girîng e
Civaknas Prof. Louis Lemkow jî bal kişande li ser girîngiya rola Rêber Apo û got,
“Em bi rastî jî pêşniyaza çareseriya aştiyane û demokratîk a Ocalan dinirxînin.
Niha ji ber ku rêyeke aştiyane heye, em ê li welatê xwe ji bo piştgiriya gelê Kurd de bêtir hewldanan bikin.”
Madeleine Mawambaye: Armanca sereke azadiya Ocalan e
Madeleine Mawambayê, ji Komeleya Jinên li Sirgûnê ya Berlînê diyar kir fikra azadiya jinan ya Rêber Apo bandor lê wê kiriye û got,
“Ocalan ji bo azadiyê têdikoşe. Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtin bikim da ku bibim beşeke ji vê têkoşînê. Birêz Ocalan balê dikişîne ser rola jinan di têkoşîna azadiyê de. Ez vê yekê jî pir girîng dibînim.
Ji ber ku jin xwedî hêzeke awarte ne. Em jin dikarin pêşengiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin.”
Madeleine Mawambayê destnîşan kir ku armanca wan a sereke azadiya Rêber Apo ye anî ziman ewê di mijarê de têkoşîna xwe berdewam bikin.



