Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs diyar kir armanca wan ya sereke yekîtiya netewî ya kurdan e û da zanîn Kurd ji bo vê stratejiyeke hevpar ava bikin.
Her wiha Karamûs diyar kir ew ji herdemê zêdetir ji bo yekîtiya netewî bi hêvî ne.
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Ehmed Karamûs, der barê hewldanên yekitîya netewî û gavên ku divê bên avêtin de axivî.
Karamûs diyar kir ew bi salane ji bo yekîtiya netewî di nava hewldanna de ne û xebatên KNK’ê yên di vê mijarê de gihiştiye asteke diyar.
Her wiha Karamû di vê derbarê de bal kişande li ser astengiyên ku derdikevin û wiha got,
“Bandora hêzên dagirker ên li herêmê astengiya sereke ya li pêşiya hewldanên yekitiyê ye.
Feraseta dewleta neteweyî ya sedsalî li Kurdistanê sedema sereke ya astengkirina yekitiya neteweyî ya Kurdan e.”
Karamûs: Armanca KNK’ê pêkanîna yekîtiya netewî ye
Karamûs destnîşan kir ku armanca KNK’ê misogerkirina yekitiya neteweyî ye û got;
“Pêwîste qadeke hevpar were avakirin ku berjewendiyên neteweyî biparêze.
Divê partîyên siyasî li gorî rewşa herêmî xebatên yekitiya neteweyî bikin.
Divê stratejiyeke hevpar ji bo yekitiya neteweyî were avakirin.”
Karamûs: Ji bo yekîtiyê em ji her demê zêdetir bi hêvî ne
Karamûs diyar kir ku cudahîyên îdeolojîk û siyasî yên di navbera partîyên Kurd de bandoreke neyînî li ser avakirina yekîtiyê kiriye û diyar kir li başûr derfetên çareseriyê hene û ji ber wê jî ew bi hêvî ne.
Karamûs: Divê ji bo yekîtiyê û civaka demokratîk têkoşîn bê mezinkirin
Hevserokê KNK’ê di dawiyê de diyar kir divê Kurd ji bo avakirina civaka demokratîk û yekîtiyê li herderê xebat û têkoşîna xwe zêde bikin û bang li ciwanan jî kir ku bi rola pêşengiyê rabin.



