Şehîd Nehar Avci, di salên xwe yên têkoşînê de li Bakur, Başûr û Rojavayê welat roleke girîng dide ser milên xwe.
Ji bo ku bikaribe ji erkên demê re bibe bersîv û berpirsyariya xwe bi cih bîne, her dem dixebite û xwe perwerde dike.
Ev hewldana wê, dihêle ku bibe fermandara gerîla û ji bo hevalên xwe jî dibe çavkaniya hêz û moralê.
Şehîd Nehar Avci bi nasnav Ararat Bawer, di sala 1988’an de li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Ew di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û di temenê zarokatiyê de ji malbatê Tevgera Apocî nas dike. Birayê wê ku di sala 1997’an de şehîd dibe, bandoreke mezin lê dike û derbarê têkoşînê de dikeve nava lêgerînan.
Li bajarê Enqere yê Tirkiyê dema zanîngehê dixwîne Tevgera Apocî ji nêzîk de nas dike.
Di wan salan de beşdarî xebatên ciwanan dibe, û dest meşa xwe ya têkoşînê dike.
Dema xebatan dimeşîne sala 2011’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê girtin û salekê di zîndanê de dimîne.
Pêvajoya zîndanê jî ji bo xwe vediguherîne meşandina têkoşînê û xwe bi hêzkirinê.
Sala 2015 berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û tevlî xebatên şoreşê dibe.
Demekê xebatên civakî dimeşîne û paşê jî beşdarî xebatên ragihandinê dibe.
Di pêvajoya ku xebatên ragihandinê dimeşîne jî, rastiya şoreşê ji cîhanê re radigihîne.
Piştî wê bi demekê vê carê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.
Di pêvajoya li başûr de jî rastiya şerê taybet ya li ser civakê, rewşa jinan û civaka Kurd hê ji nêzîk ve nas dike û di encama lêhûrbûneke mezin de bîryara tevlêbûna nava refên gerîla dide.
Şehîd Ararat di pêvajoya gerîlatiyê de jî dibe xwedî sekneke mînak û ji xebatan û hevrêyên xwe re pêşengiyê dike.
Ji bo di gerîlatiyê de pispor bibe û erkên demê hê baştir bi cih bîne pêşniyar dike ku perwerdeya sabotajê bibîne.
Pêvajoya perwerdê jî bi rengekî herî baş dinirxîne û da ku bikaribe bibe bersiv.
Di dema perwerdê de jî ji bo hevalên xwe dibe çavkaniya hêz û moralê.
Bi beşdarbûn û pêşengiya xwe dibe mînakeke xeta azadiya jin
Ji ber zanabûn û hêza xwe ya pêşketinê di demeke kurt de dibe fermandara yekîneya gerîla û dibe mînaka rastiya jina ku li ser xeta Rêber Apo dijî û têkoşînê dimeşîne.



