Îro li Bajarê Helebê Meclîsa Jin ya Malbetên Şehîdan perwerdeya Hindîkariyê bi navê Şehîd Egîd ji bo zarokên Şehîdan yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vekir.
Perwerde li dibistana Alan Mihemed tê dayîn .
Ji refên 1 ta 8’an 90 zarokên Şehîdan tevlî li perwerdeyê bûne.
Di perwaerdeyê de wê waneyên, zimanê kurdî,Erebî, Înglizî, Bîrkarî û Muzîk bên dayin.
Wê perwerde ji yekşem heta pêncşemê, saet 9 sibê heta 12’an bê dayin.
Tê payîn ku wê perwerde heta vekirina dibistanan berdewam bike.
Berdevk û endamên Meclîsa Jin ya Malbetên Şehîdan diyar kirin ku aramnca vê perwerdeyê xurtkirina zarokan di warê xwendinê de ye.
Her wiha gotin zarok pêşeroja me ne, emê ji pêşerojeke xwe zarokên xwe her tim perwerde bikin.



