Xelkê Siwêdayê daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin.
Xwepêşandan ji bo rewşa heyî û nedana fonên karmend û polîsan pêk hat.
Li meydana Kerame xwepêşandêran dirûşmeyên ku rastiyên heyî diyar dikin bilind kirin.
Xwepêşandêran bûyerên ku niha rûdidin şermezar kirin û desthilatdariya Şamê berpirsê sucan dîtin.
Xwepêşandêr li ber avahiya parêzgehê mîtîng pêk anîn û tê de daxwaza fonên karmend û polîsan ên ku ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve ji mafên xwe bê par mane kirin.
Xwepêşandêran tekez kirin ewê bi her awayî û riyên zagonî mafên xwe bistînin.



