Fransa plan dikeku derbasî leşkeriya dilxwazî bibe.
Derbarê vê yekê de serokkomarê Fransayê dibêje:
”Ewropa di bin gefekê de ye û li hemberî vê gefê hewcehî bi neteweyeke xurt û bikaribe seferber bibe, heye”
Fransayê bi armanca zêdekirina kapasîteya xwe ya parastinê ya li hemberî ‘gefên ewlehiyê yên zêde dibe” û ji bo pêşkêşkirina derfeta xizmetkirina welêt a ciwanan vesazkirina xizmeta leşkeriya bi dilxwazî dubare xist rojeva xwe.
Serokkomar Emanuel Macron diyar kir ku Ewropa li hemberî ”gefên mayînde” yên ji Rûsyayê di bin xeteriyê de ye û bal kişand ser hewcehiya zêdekirina xurtkirina neteweyî.
Macron di daxuyaniya xwe de got:
”Ewropa di bin gefekê de ye û li hemberî vê gefê hewcehî bi neteweyeke xurt û bikaribe seferber bibe, heye”
Macron anî ziman ku zêdekirina hêzên alîkar bi têrê nake û hewce ye ji ciwanan re derfetên ku di nava artêşê de bi awayên cuda xizmetê bikin, werin pêşkêşkirin.
Macron diyar kir ku wê biryarên xwe yên têkildarî vê mijarê payîzê eşkere bike.
Fransayê leşkeriya mecbûrî di sala 1997’an de betal kiribû.
Lê belê ji ber gefên Rûsyayê yên ewlehiyê welatên Baltikê û gelek welatên Ewropayê yên weke Îskandînavyayê di salên dawîn de dubare berê xwe dabûn leşkeriya mecbûrî.
Roja Duşemê Belgeya Nirxandina Stratejiya Neteweyî ya Fransayê hate weşandin û di belgeyê de hate îfadekirin ku ”xizmeteke leşkeriyê ya bi dilxwazî ya hatî nûkirin” wê bikaribe perwerdeyeke leşkerî ya sereke pêşkêşî welatiyên Fransayê yên kamil bike.
Li Fransayê ji sala 2015’an ve ye bi tevlîbûna nêzîkî hezar ciwanan di bin disîplîna leşkerî de bernameyeke leşkeriya bi dilxwazî ya perwerdeya pîşeyî pêşkêş dike,heye.
Lê belê pergala nû tê plankirin, bes ne pîşeyî di heman demê de ji aliyê parastinê ve jî wê bi erkekî girîng bigire ser milên xwe.
Li gorî belgeyê armanc xurtkirina hestên yekîtiya neteweyî û avakirina hêza mirovan e ku di demên krîzan de bikare xwe seferber bike.



