Bi boneya salvegera rizgarkirina kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê Meclisa Sûriyê Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û KNK’ê daxuyaniyên cûda dan û salvegera rizgarkirinê li gelê herêmê pîroz kirin. Di hemû daxuyaniyan de bang li hêzên navnetewî hat kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê bidawî bikin û şêniyên resen jî bi garantî vegerin malên xwe.
Îro 5. salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi vê boneyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Rêveberiyê salevegera rizgarkirina Kobanê li gelê hermê pîroz kir û teqez kir ku berxwedana wan li dijî çêkerên DAIŞ’ê dewame.
Rêveberiyê diyar kir ku piştî 5 salan QSD’ê bû hêza gel ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ku dixwaze projeya xwe ya Osmaniyên nû li Sûrî, Lîbiya û gelek dewletên Cîhanê pêk bîne.
Rêvebriya Xweser bang li dewletên Cîhanê kir ku êrîşên dewleta Tirk yên li dijî herêmê rawestînin û koçberan vegerînin warên wan.
SALVEGERA 5. A RIZGARKIRINA KOBANÊ
MSD: DIVÊ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI SÛRIYÊ BIDAWÎ BIBE
Meclisa Sûriyê Demokratîk MSD’ê jî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rizgarkirina bajarê Kobanê pêngaveke dîrokî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bû.
MSD’ê îşaret bi hevkariya dewleta tirk ya bi çeteyên DAIŞ’ê re kir û wiha got:
Ji bo projeya netewa demokratîk ji holê were rabe, dewleta tirk piştevaniya DAIŞ’ê kir.
MSD’ê bang li Koalîsyona Navdewletî û Rûsiyayê kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ji ser xaka Sûriyê bi dawî bike.
SALVEGERA 5. A RIZGARKIRINA KOBANÊ
KNK’Ê BI DAXUYANIYEKÊ SALVEGER PÎROZ KIR
Her wiha Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û 5. salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir.
KNK’ê diyar kir ku Berxwedana Kobanê bû destpêka şkestin û têkçûna DAÎŞ’ê.
KNK’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk xwest bi piştgiriya DAIŞ’ê gelê Kurd têk biçe, lê ew bix we têk çû.