Dadweriya Îranê, bi îdîaya sîxurtî ji mossada îsraîlê re kirine, girtina 20 kesên din ragihand.
Îranê tekez kir ku dê bi van kesan re bi tundî muamele bê kirin da ku kesên ku hatine mehkûmkirin ji bo yên din bibin mînak.
Her wekî Medyaya dewletê ragihand ku Îranê roja Çarşemê kesê bi navê Roozbeh Wadî ku bi sîxuriya ji bo Îsraîlê û dayîna agahiyên hatibû sûcdarkirin, darve kir
Rêjeya darvekirinên ku bi sîxurtiya ji bo Îsraîlê hatine tawanbarkirin îsal bi awayekî berbiçav zêde bûye, di çend mehên borî de herî kêm 8 kes bi cezayê darvekirinê hatin hikumkirin.
Îsraîlê meha Hezîranê 12 rojan êrîşên esmanî li ser Îranê pêk anî, berpirsên payebilind ên leşkerî û zanyarên noklerî kirin hedef. Hingî Îranê jî bersiv dayê.



