Di asta navnetewî de daxwazên hevdîtina bi Rêber Apo re zêde dibe.
100 nivîskar û akademîsyenên Ereb beşdarî kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim’ bûn.
Nivîskar û akademîsyenên Ereb derheqê mijarê de peyam dan.
Nivîskaran pişgirî dan Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo, diyar kirin ew vê bangê weke bingeha aştiya cîhanê dibînin ku dikare Rojhilata Navîn ji şer û wêraniyê xilas bike.
Hate diyarkirin armanca Rêber Apo çareseriyeke siyasî, demokratîk û avakirina civaka demokratîk e û wiha hate gotin:
Pêngava Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, dikare bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên din ên li herêm û cîhanê.
Em dixwazin bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em bang li Wezareta Dadê û hikûmeta Tirkiyê dikin ku ji bo vê hevdîtina dîrokî destûrê bidin da ku bibe gavek ber bi çareseriyeke aştiyane.”



