Şandeyek hevbeş ji partiyên siyasî serdana meclisên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê û Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir. Şandeyê diyar kir ku pêwîstî bi hevkariya zêde di navbera sazî û partiyên siyasî de heye.
Li ser bingeha xurtkirina çanda hevkarî, hevgirtin û yekrêziyê ya ji bo sazkirina xebateke têkildarî aramî û ewlehiya herêmê û parastina pêkhateyan, şandeyeke hevbeş ji partiyên siyasî serdana meclisên li taxên Eşrefiyê-Şêxmeqsûdê û Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Şande ji nûner û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) û Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî pêk hat.
Şandeyê serdana Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Şandeyê diyar kir ku pêwîstî bi xurtkirina koordînaya di navbera sazî û partiyan de heye, da ku nêrîn bibin yek û ji bo biryarekê der barê misogeriya mafên pêkhateyan de bin.
Şandeyê banga hevgirtin û yekrêziyê li tevahî aîdîbûnên cuda, mezheb û taîfeyan kir û got gotinên kîndariyê û finteyê red bikin.
Di serdanan de hat diyarkirin ku hevkarî zêde be û ji bo bersivdana pêdiviyên qonaxê peywendî qut nebin.



