QSD’ê ragihand ku çekdaran li aliyê çemê Firatê yê di bin kontrola hikumeta veguhêz de êriş bir ser komeke sivîlên li herêma Bisêra ya Dêrazorê û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Navenda Ragihandê ya QSD`ê bi daxuyand ku duh bi şev, hin çekdaran ji aliyê çemê Firatê yê di bin kontrola hikûmeta veguhêz de li gundê Hiwêca El Fihêmat yê herêma Bisêra ya li rojhilatê Dêra Zorê êriş bir ser komeke sivîlan.
Li gorî daxuyaniyê di encama êrişê de Umer Ebdilmensûr El Ilêwî (30), Hemada Hemad El Hetab (30), Adem Ebdilmensûr El Ilêwî (12) û Xalid Elhemed (24) birîndar bûn.
QSD`ê da zanîn ku kiryarên çekdarên hikumeta veguhêz jiyana sivîlan dixin metirsiyê. QSD’ê destnîşan kir ku hikumeta veguhêz berpirsyarê van binpêkirinan e û jê xwest ku rê li ber van kiryaran bigire û aramî û ewlehiya herêmê xirab neke.



