Xwendekarên Zarhunera Havînê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê şahîyek li dar xist.
Xwendekarên Zarhunera Havînê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bajarê Kobanê bi amadebûna malbatên xwe şahiyek li dar xist.
Şahî bi xwendina nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji zarokan re şandibû, dest pê kir. Dûre mamosteyê muzîkê Ferhad Elûş, rêveberê Zarhunera Havînê Simko Cûdî û hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Evîn Berewad, bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku “wan xwest careke din kenên li ser lêvên zarokan di şahiya Zarhunera Havînê de bibînin” û serketin ji zarokan re xwest.
Di dawiya şahiyê de stran, dîlan, helbest û şanoyê hatin pêşkêşkirin.



