Balafirên bê mirov yên Ukraynayê li seranserî Rûsyayê êrişî tesîsên pişesaziya parastinê kirin.
Her wiha şeva Yekşemê, rafineriya petrolê ya Saratov li başûrê rojavayê Rûsyayê jî bi dronan rastî êrîşê hat.
Balafirên bê mirov yên Ukraynayê li seranserî Rûsyayê êrişî tesîsên pişesaziya parastinê kirin.
Êriş îro serê sibehê ji hêla hêzên çekdar ên Ukraynayê pêk hatin.
Yek ji hedefan tesîsa amûrên rastîn ên Arzamas li herêma Nizhnî Novgorod bû.
Tesîs pergalên optîkî, elektronîkî û navîgasyonê ji bo wesayîtên leşkerî, balafir û mûşekan hildiberîne.
Arzamas bi qasî 759 kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye.
Li gorî Waliyê herêmê Gleb Nikitin, karmendek di êrîşê de hat kuştin û 2 yên din jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Li herêma Tula, dema ku droneke Ukraynayê li “tesîseke sivîl” xist, 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Li gorî rayedarên herêmî, Tula bi qasî 370 kîlometreyan dûrî sînorê Rûsya-Ukraynayê ye.
Ukrayna li dijî rafineriya petrolê ya Rojavayê Rûsyayê bi dronan êriş pêk anî
Her wiha şeva Yekşemê, rafineriya petrolê ya Saratov li başûrê rojavayê Rûsyayê jî bi dronan rastî êrîşê hat. Li tesîsê teqîn çêbûn û agir derket.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ve hatine piştrastkirin, ev rafinerî “yek ji tesîsên binesaziya sotemeniyê yên herî krîtîk ên Rûsyayê ye.
Rafineriyeke din a petrolê jî li Komara Komî hate hedefgirtin.
Medyaya Ukraynayê, bi îdiaya çavkaniyên îstîxbarata leşkerî, ragihand ku dron li tankeke tijî berhemên petrolê xistine û zirar dane yekîneyeke hilberandina gazê.
Ev rafinerî di heman demê de artêşa Rûsyayê jî dabîn dike û li bakurê rojhilatê Rûsyayê, bi qasî 2 hezar kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di şevekê de zêdetirî 30 dronên Ukraynayê hatine xistin.
Tê ragihandin ku ev dron li ser 9 herêman û her wiha li ser Kirima ku hatiye îlhaqkirin hatiye îmhakirin.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin diyar kir ku heft dronên ku ber bi paytexta Rûsyayê ve diçûn hatine xistin.
Rûsyayê bi bombeyên hewayî êrîşî hedefên sivîl li Zaporijyayê kir
Li aliyê din di êvara 10’ê Tebaxê de, hêzên Rûsî bi bombeyên hewayî êrîşî Zaporihya kirin.
Yek ji êrîşan li îstasyona otobusê ya navendî ya bajêr ket, ku ji hêla kamerayên ewlehiyê ve hat tomar kirin.
Teqînan du avahiyên binesaziya sivîl qismî wêran kirin, di heman demê de wesayît û avahiyên derdorê jî zirar dîtin.
Di êrîşa duyemîn de klînîka Zanîngeha Bijîşkî ya Zaporijya hedef hat girtin. Bi kêmanî 19 kes birîndar bûn.
Zelensky bertek nîşanî êrîşên Rûsyayê da
Li gel vê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî bertek nîşanî êrîşê da û got:
“Bombeyên hewayî li ser bajar, deverên niştecihbûnê, îstasyona otobusan û klînîkekê hatin avêtin.
Mixabin, birîndar hene. Alîkarî dê ji hemû birîndaran re were peyda kirin.”



