Tevger Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê li ser şehadeta şoreşger û pêşengê Şoreşa Rojava Nûredîn Sofî daxuyaniyek da, TEV-DEM’ê soza domandina rêya şehîdan da û got:” Em bi minetdarî yên ji sitûnên serekê yê avakirina tevgera xwe bibîrtînin.”
Di berfirehiya daxuyaniyê de TEV-DEM’ê, di şexsê fermandar Nûredîn Sofî û hevriyê wî Koçero Ûrfa ji gelê Kurd, malbatên şehîdan û pêkhateyên herêmê re sersaxî xwest.
TEV-DEM’ê bibîranîn ku destkeftiyên Şoreşa Rojava bi saya têkoşîn û berxwedan şehîdan hat bidestxistin û got:
“Di salên dest pêkê yên şoreşê, şehîd Nûredîn Sofî ji Herêmên Parastina Mediya berê xwe da Rojavayî Kurdistanê.
Li vir ji bo têkbirina pilanên li dijî şoreşê, beşdarî şerê li dijî çeteyên Cebeht El Nusra û DAIŞ’ê bû.”
Her wekî TEV-DEM’ê destnîşan kir ku piştî têk birina çeteyna û peyda kirina aramiya li herêmê, pêşengê şoreşê Nûredîn Sofî tevlî damezrandina Meclisên Tevgera Civaka Demokratîk bûbû.
TEV-DEM got, ji bo rêvebiriana saziyên sivîl û pêşxistina hişmeniya demokratîk di nava pêkahteyên herêmê de cihê xwe di nava tevgera me de girt.
Lewam ew yek ji sitûnên bingehîn yên damzrînerên tevgerê bû.
Di dawiyê TEV-DEM’ê soza domandina rêya şehîdan da û got:
“Emê rêya şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin.”



