Li Helebê têkildarî rola jinan di avakirina Sûriya nû de Meclisa Jinan ya PYD’ê civînek li darxist, di civînê de teqezî bi beşdariya jinan di cihê biriyardayên de hate kirin.
Civîn bi durişmeya “Rola jinan di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de” li taxa Eşrefiyê pêk hat.
Endamên ji partiyên siyasî , tevger û rêxistinên jinan beşdarî civînê bûn.
Beşdaran rewşa jinan li herêmên dagirkirî û aloziya Sûriyê de, danezana destûra nû û geşedanên dawî nîqaşkirin.
Piştî beşdaran nerînên xwe anîn ziman, civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
Hin xalên encamnameyê wiha ye:
Kar û xebatên jinan dûrî destwerdanên derve ji bo avakirina Sûriyeke serbixwe û serwer.
Sererastkirina destûra nû ku mafê jinê tê de li gorî pîvanên qanûnî bê misogerkirin û teqezî bi sîstema hevserokatî di rêvebirina saziyan de.
Tevlîkirina jinan di danûstandinên siyasî de û beşdariya jinan di tevahî saziyên Sûriya nû de.
Avakirina komîteyek taybet ya lêpirsînê da ku kesên sûcdar li dijî jinan bê darizandin.
Sererastkirina pirtûkên di qadên perwerdê de ku rola jinan bi awayekî rast tê şîrovekirin.



