Rojnamevan Nîhat Kaya di salvegera yekemîn a şehadeta Gulistan Tara de, axivî.
Nîhat Kaya diyar kir ku Gulistan weke rojnamevanek Kurd, jinek Kurd û welatparêzek Kurd tevlî xebatê bû û têkoşîneke mezin kir.
Rojnamevan Kaya anî ziman ku yek ji taybetmendiyên esas ên Gulistan, ew bû ku ne tenê ji bo çapemeniyê ked da, di heman demê de ji bo mirovan jî ked da û bi têkoşîna gel re bû yek.
Nîhat Kaya: Gulistan ji ber xebat û têkoşna xwe hat hedefgirtin
Her wiha Kaya desnîşan kir ku li gorî Gulistan çapemenî, ew e ku mirov tişta nayê dîtin nîşan bide, mirov îradeya tune tê hesibandin derxîne holê û wiha doman:
“Gulistan xwest îradeya gelê xwe ya di bin zextê de, rizgar bike
Ji ber vê yekê têkoşiya û xebitî.
Û ji ber vê yekê jî hate hedefgirtin.”
Nîhat Kaya: Erka me ye ku em bibin layiqê têkoşana wê
Kaya diyar kir ku Gulistan ji bo wî heval û hevrê bû û wiha got:
“Hem ji bo min, hem ji bo hemû hempîşeyên wê windahiyek mezin e.
Yekane rêya ku em bibin layiqê bîranîna wê, domandina têkoşîna wê ye.
Ev jî encex bi cidiyet, ked û baweriyê dibe.
Gulistan wiha jiyan kir, wiha xebitî.
Erkê me ye ku em bibin layiqê wê.”



