Hevserokê Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Xelîl Elî diyar kir ku di sala xwendinê ya 2025/2026 de wê beşên nû li zanîngehên herêmê bêne zêdekirin.
Hevserokê Meclisê Dr.Xelîl Elî da zanîn ku 7 navendên tomarkirina xwendekarên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine vekrin.
Dr.Xelîl Elî destnîşan kir ku wê Fakulteya Veterîneriyê li Reqayê, Fakulteya Zanistên Bijîşkî û Endazyariya Çandiniyê li Zanîngeha Kobanê, peymangehên girêdayî Desteya Çandê, peymangehên perwerdehiya mamosteyan li Heleb, Hesekê û Qamişlo û peymangehek tenduristiyê li bajarê Hesekê werin vekirin.
Dr.Xelîl Elî derbarê mekanîzmaya tomarkirina xwendekarên nû de got:
“Xwendekarên beşa zanistê dê di mijarên zanistê de têkevin ezmûnek nirxandinê ya otomatîk, ku ji 80 pirsan pêk tê.
Xwendekarên dibistana navîn a pîşeyî nakevin vê ezmûnê.
Lê dê li gorî şarezayiya wan a pîşeyî bêne tomarkirin.”
Dr.Xelîl Elî ragihand ku ku zanîngehên herêmê bi armanca zêdekirina hevkariya akademîk û bidestxistina ezmûnên cûrbecûr ên navneteweyî di warê perwerdehiya bilind de, têkiliyên berfirh bi zanîngehên li Ewropa û Amerîkayê re, her wiha yên Amerîkaya Başûr re danîne.



