Siwêdayê hêza xwe ya yekgirtî bi fermî ragihand.
30 komên çekdar ketin bin sîwana Heres El-Wetenî û dê tevhiya sînor û civaka xwe biparêzin.Li gor ku ragihandiye, dê tevahiya biryarên Hikmet El-Hicrî bi cih bînin.
Piştî bûyerên dijwar ên li Siwêdayê, vê gavê hêza xwe ya yekgirtî bi navê Heres El-Wetenî ragihand.
Hemû komên çekdar li wî bajarî ketin bin yek sîwanê de û bi gotina wê, dê pabendî biryarên Şêx Hikmet El-Hicirî bibin.
Em Pabendbûna mutleq bi biryarên Şêx Hîkmet El-Hicrî ve tê temsîlkirin û wî wekî nûnerê rewa û destûrdar ê civaka Durzî li Cebel dihesibîne.
Em tevlîbûna xwe bi Hêzên Heres El-Dîn re, ku saziya leşkerî ya fermî ye û nûnertiya civakê dike, radigihînin.
Her wiha em pabendbûna xwe ya bêkêmasî bi erkên parastinê yên ku ji me re hatine spartin, bi hevkariya hemî hêzên alîkar, radigihînin.
Em soz û peymana xwe ji nû ve nû dikin ku em ê parastina çiya û nasnameya xwe ya yekgirtî ya naskirî bikin.
30 Komên çekdar tev li vê sîwanê dibin û armanca wan a sereke pêkanîna ewlehiyê, parastina xak û civaka xwe ye.
Di daxuyaniya xwe de dibêjin ku dê têkoşînê li dijî terorê bikin û tevkariyê li gel Koalîsyona Navneteweyî di warê agahiyên istixbaratî bi pêş bixin.
Bi vê gavê re, Siwêda dibe xwedî saziyeke leşkerî û hêzeke birêxistinkirî.
Dê bi rêya wê, hemû pêkhetyên Cebel El-Şêx biparêzin û bi yek gewdê rê nedin dubarebûna komkujî û malwêraniyê.



