Rêveberiya Xweser û Nivîsgeha Têkiliyên Giştî a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şêniyên Dêrhafir re civiyan û li daxwaz û rexneyên wan guhdarî kir.
Civîn li jêr navê “Ber bi Sûriyeke Pirreng, Demokratîk û Nenavendî ve” hat lidarxistin.s
Di civînê de bi sedan endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, şêx û rûsipiyên eşîran û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Di wê civînê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer geşedanên dawiyê derheqê danûstandinên bi Şamê re ragihandin.
Beşdaran diyar kir ku di serdema rêjîma Bais re hemû mafê wan hatibû binpêkirin lê bi hatina QSD’ê re careke din roj li wan hilat.
Her wekî hewldanên derxistina kîndarî û tevliheviya di nava pêkhateyan de bi dengekî giştî hatin redkirin.



