Ciwanê Kurd Hisên Kemal Şêxo yê ji navçeya Racoyê ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve hatiye revandin.
Hisên Şêxo yê ji gundê Mosako yê navçeya Racoyê, li nêzî çerxereya Qiban a bajarê Efrînê hat revandin.
Li gor agahiyan, wî ciwanî di projeya ceneretorên kehrebê dixebitî.
Her wekî hat zanîn ku Hisên Kemal berî nêzî 2 mehan ji Tirkiyê vegeriyabû Efrînê, lê heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.


