Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu komkujiya ku dewleta Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li dijî Ermeniyan kiriye, nas kir.
Rojnameya Maarîf a Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, cara yekem komkujiya Ermeniyan, nas kir.
Rojnameyê da zanîn ku komkujiya Holokostê ya ku ji hêla piraniya dewletên cîhanê ve hatiye naskirin û got:
“Ji hemû welatan bêhtir ku diviyabû komkujiya dijî Ermenî Asûrî û Yewnaniyan nas bikira, ne Îsraîl bû?”
Di bersivê de Netanyahu got:
“Bawer dikim me ew yek kir, Knessetê biryarek ji bo wê yekê dabû.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di navbera salên 1915 û 1916`an de gelê Eremenî ji hêla dewleta Osmanî ve rastî komkujiyê hat, di encamê de 1.5 mîlyon Ermenî hatin qetil kirin.



