Zext û binpêkirinên li girtîgehên dewleta Tirk dewam dikin.
Birayê Marûf Turkan ê ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye, Metîn Turkan diyar kir ku ew ê li dijî ferzkirina poşmaniyê li ber xwe bidin.
Di demên dawî de li Girtîgeha Boluyê zextên li ser girtiyan zêde bûne.
Li vir berdana girtiyên siyasî bi ferzkirina poşmaniyê tê astengkirin û ji aliyê gardiyanan ve zext li girtiyan tê kirin.
Piştî binçavkirina bi êşkence, derxistin Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê û hatin girtin.
Girtîyê siyasî Marûf Turkan niha li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin û di van demên dawî de berdana wî careke din hat taloqkirin.
Birayê Marûf Turkan, Metîn Turkan li ser zextên ku jiyane û muameleya ku li birayê wî hatiye kirin axivî û got:
6 mehan em nikarîbûn biçin hevdîtinê, piştî wê em çûn, birayê min çerm û hestî mabû.
Dewleta Tirk di vê pêvajoya nû de jî poşmaniyê li girtiyan ferz dike.
Turkan got ku aştî wê bi dawîbûna ferzkirina poşmaniyê pêk were.



