Li bajarê Rimêlanê 10’emîn Festîvala Zarokan bi dawî bû.
Di roja dawîn a festîvalê de, gelek komên hunerî yên pêkhateyên herêmê berhemên xwe pêşan dan.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) 10’emîn Festîvala Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Rimêlanê, bi dirûşma “Min destê xwe da zarokan, wan ez gihandim azadiya asîmanan” li dar xist.
Ji tevahiya pêkhateyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Hemîsê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê 28 komên zarokan beşdarî festîvalê bûne.
Di roja sêyemîn a dawîn de, Koma Kulîlkên Girbawî ya Dêrikê, Koma Şehîd Feraşîn a Rimêlanê, Koma Koçera ya Dêrikê berhemên xwe yên hunerî wek stran û şano di festîvalê de pêşandan.
Her wiha zarokên Dibistana Niwêla jî şanoyek pêşanda.
Gelek komên din jî stran û govend pêşkêş kirin.
Di dawiyê de şêniyên di festîvalê de hazir bûn li ber stranên hunermend Baran xelekên govendê gerandin.



