Yekîneyeke hêzên Îsraîlê bi 6 wesayîtên zirxî, tevî panzêran ket nava 4 gundên Quneytîrayê.
Hêzek leşkerî ya Îsraîlê duh êvarî bi 6 wesayîtên zirxî, tevî panzêran kete nava 4 gubdên rojavayî Quneyîtrayê.
Ew hêza leşkerî ya Îsraîlê li ser rêya di navbera gundên Semdaniye û Ecrefê de bendek kontrolê danî.
Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku wê di mehên dawîn de operasyonên taybet li dar xistin.
Artêşê diyar kir ku di encama operasyonan de şaneyên ser bi “Feyleq El Quds” ve hatin girtin.
Berdevkê artêşê Avichay Adraee di vê çaçoveyê de got:
Ev şane bi fermana Yekîneya 840’an dixebitin û plan dikirin ku “operasyonên terorîstî” li dijî Îsraîlê pêk bînin.
Li gorî Adraee, yek ji rêberên şaneyê efserê artêşa rejîmê berê Husin Mehmûd Elî Keber bû.
Ev efser li Sûriye fermandariya yekîneyeke meydanî dikir û 4 ji endamên wê hatin girtin.



