Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, sûcên xwe yên hovane li dijî xelkên Efrînê dewam dikin.
Çekdaran vê carê, êriş erebeyekê kirin, li siwariyan xistin û pereyên bi wan re dizîn.
Li gorî çavkaniyên xwecih li bajarokê Reco yê Efrînê, duh komeke çekdar rê li pêşiya erebeyekê qutkiriye, li siwariyan xistiye, pere, zêr û tiştên bi jinan û mêran re şêlandine.
Her wiha pencereyên erebeyê şikandine û dûre reviyane.



