Nûnertiya Swîsreyê ya Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî IPPNW ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê re şand.
Di nameyê de bang kir ku zext li Tirkiyê bê kirin ku mafê hêviyê pêk bîne û işaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo hate kirin.
Ji Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNE) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt;
Serokê wê yê Nûnertiya Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Biroli û ji nûnerên saziyê Marianne Kursteiner li ser ‘mafê hêviyê’ nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis,
Endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Nûnera Daîmî ya Konseya Ewropayê ya Swîsreyê Claude Wild re şand.
Di nameyê de fikar hatin bilêvkirin, ji ber ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nîne û işaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo hate kirin.
”Tirkiyê li gorî sozên ku dane tev nagere”
Di nameyê de hate gotin, Komîteya Wezîran di Îlona 2024’an de salek dem dabû Tirkiyê ku van biryaran bi cih bîne û guhertinên qanûnî yên pêwîst bike.
Lê belê hikumeta Tirk di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku ew bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ red dike ku ev yek ji bo dewleteke endamê Konseya Ewropayê tê wateya binpêkirina sozên ku dane.
Her wiha em dixwazin destnîşan bikin ku Birêz Abdullah Ocalan beriya demeke kurt ji bo bidawîkirina şer bangeke dîrokî kir, fesixkirina PKK’ê ragihand û pêşniyara aştiyê li Tirkiyeyê kir.
Berdana wî dikare pêvajoyeke welê li Rojhilata Navîn bide destpêkirin ku dişibe dînamîka lihevkirinê û hêviyê ya weke berdana Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr.
Ji ber vê yekê em bang li Komîteya Wezîran dikin ku hemû tedbîrên pêwîst werbigire, ji bo Tirkiyê neçar bihêle ku biryaran bi cih bîne.
”Divê mafê hêviyê ji bo rêber apo tavilê bi cih bê anîn”
Di dawiya nameyê de wiha hat got:
Em doktor bi taybetî aliyê mirovî diyar dikin ku Tecrîd û bêhêvîtiya bi dehan salan şêweyekî kiryara li dijî mirovahiyê bû rehm e. Divê tavilê bê bidawîkirin.
Ji ber vê yekê em bi rêzdarî ji we dixwazin; ji bo Tirkiyê bi taybetî di bûyera Abdullah Ocalan de tavilê ‘Mafê Hêviyê’ bi cih bîne.
Rewşa wî ya girtîbûnê di ber çavan re derbas bike û şert û mercên berdana wî biafirîne, bi biryardarî tevbigerin.



