Komeke çekdar rêya serokê Tîma Cîhad a ji Qamişlo birî, şandeya pê re girtin.
Li gel girtina wan erebeya wî û telefonên wan desteser kirin.
Tîma Cîhad ji bo beşdarî kongreya Komeleya Giştî ya Yekîtiya Sûriyê ya Fotbolê bibin, berê xwe dabûn Şamê.
Şandeya Tîma Cîhad li ser rêya parêzgeha Humsê ji aliyê komeke çekdar ve hate şelandin.
Li gorî agahiyan, koma çekdar rêya şandeya spore girt.
Erebeya wan a bi cureya “Jeep”, telefon û pereyên wan di bin gefa çekan de ji wan şelandin.
Paşê ew avêtin çoleke dûr û xalî.
Şande paşê bi rêya balhilgirekê karîbûn xwe bigihînin Şamê.



