Tirkiyê binpêkirinên xwe dewam dike û mafê hêviyê ji bo rêber Apo pêk nayne.
Parêzer Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku biryara ‘mafê hêviyê’ hem aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê civakî ve divê bi cih bê anîn û got: “Çareseriya aştiyane bi sererastkirina qanûnî û bicihanîna biryaran dibe, Bicihanîna mafê hêviyê ji bo aştiya civakî pêwîstî ye”.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sala 2014’an cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku li Rêber Apo hatiye birîn weke binpêkirina ‘mafê hêviyê’ pênase kiribû.
Dadgehê ji Tirkiyê xwestibû ku sererastkirinên qanûnî bike.
Li gel 11 salên di ser re derbas bûne, ji ber ku sererastkirinek nehate kirin, dosya çû ber destê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê.
Komîteyê heta Îlona 2025’an dem dabû Tirkiyê û bi tijîbûna demê re tê payin ku di civîna 15-17’ê Îlonê de ‘biryara navberê’ bê dayin.
Derbarê mijarê de, Parêzer Mehdî Ozdemîr axivî û anî ziman ku bicihanîna mafê hêviyê ji aliyê hiqûqî û aştiya civakî ve pêwîstî ye û got:
Mafê hêviyê bi taybetî ji bo Birêz Abdullah Ocalan hem ji aliyê hiqûqî hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê aştiyê ve pêwîstî ye.
Biryara ragirtina heta hetayê ya li girtîgehê li dijî qedexeya êşkenceyê ye, kiryarek li dijî mirovahiyê ye:
Têkildarî vê rewşê pêwîstî bi lez bi sererastkirinên qanûnî heye.
Mehdî Ozdemîr: Biryarên DMME’yê divê li hiqûqa navxweyî jî bi cih bêne anîn
Ozdemîr işaret bi peymanên navneteweyî kir ku Tirkiye aliyekî wan e, lewma neçar e bi cih bîne û destnîşan kir ku biryarên DMME’yê jî divê bi cih bêne anîn û wiha domand:
Xala 46’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê radixe pêş çavan ku biryarên DMME’yê mecbûr e bi cih bêne anîn.
Tirkiyeyê di xala 90’emîn a Destûra Bingehîn de destnîşan kir ku peymanên navneteweyî li nava hiqûqa navxweyî derbasdar e û divê bi cih bêne anîn.
Ji ber vê yekê jî erka dadgeriyê ya DMME’yê qebûl kiriye.
Lewma weke dewleteke ku ev yek qebûl kiriye divê Tirkiye van biryaran li hiqûqa navxweyî pêk bîne.
Komîteya Wezîran dibe ku di dema pêş de pêvajoya pêkanînan bide destpêkirin.
Ji aliyê dîplomatîk ve ev yek ji bo Tirkiyê dikare encamên cidî bi xwe re bîne.
Mehdî Ozdemîr: Divê sererastkirina qanûnî bê kirin
Parêzer Mehdî Ozdemîr di dawiya axavtina xwe de wiha bi lêv kir:
Eger em daxwaza çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd dikin, divê sererastkirinên li gorî biryarên DMME’yê û mafên bingehîn bêne kirin.
Bi vî rengî mafên hatine ewlekirin nakeve bin gefa dadgeriyê.



