Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed pêşketinên siyasî yên dawîn û ewlehiyê yên herêmê bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê, Talal Arslan re nîqaş kirin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed û şandeya pê re, bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê, Talal Arslan re civiyan.
Her du aliyan pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên herî dawîn li herêmê, bûyerên xwîndar yên vê dawiyê li parêzgeha Siwêdayê, nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de, Ebdulselam Ehmed silavên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand şandeyê û teqezî li ser têkiliyên dîrokî yên xurt di navbera gelên Kurd û Durzî de kir û got:
“QSD`ê bi şêniyên Siwêda û gelê Sûriyê re ye.”
Talal Arslan pesnê helwest û piştgiriya berdewam a Rêveberiya Xweser ji bo gelê Siwêdayê da.
Ev serdan wekî beşekê ji bo xurtkirina danûstandina di navbera Rêveberiya Xweser û Lubnanê de tê.



