Hejmara penaberên bi statûyên cuda li Almanya ji sala 2011’an vir ve cara yekem kêm bûye.
Tedbîrên dersînorkirinê û welatîbûn di vê kêmbûnê de roleke girîng lîstin.
Di bersiveke pirseke parlemanî ya Partiya Çep de, hikûmeta federal diyar kir ku nifûsa penaberan li welêt bi qasî 50 hezar kêm bûye.
Li gorî vê yekê, hejmara penaberan, ku di dawiya sala 2024’an de bi qasî 3 mîlyon 550 hezar bû, heta nîvê vê salê daket 3 milyon 500 hezar.
Ev hejmar kesên bi statûyên rûniştinê yên cuda, ji kesên nûhatî bigire heya kesên ku demek dirêj li welêt dijîn, û her wiha penaberên Ukraynî jî dihewîne.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, par 83 hezar û 150 Sûrîyeyî mafê hemwelatîbûna Almanya wergirtine.
Ji nêzîkî 3.5 milyon penaberên welêt, niha statuya wan ne diyar e.
Heta dawiya Tîrmehê, hejmara penaberên Ukraynî li Almanya gihîştiye milyonek 270 hezar.



