Omer Ebdulezîzî Hemze yê 2 mehî ku di komkujiya Dêr Hafirê birîndar bibû, şehîd bû.
Çekdarên girêdayê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 20’ê Îlonê gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê bi dron û obîsan topbaran û bombebaran kiribûn û komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî. Di encama komkujiyê de jin û zarok di nav de 7 sivîl şehîd bûn û 4 ji birîndar bûn.
Pitikê bi navê Omer Ebdulezîz Hemze yê 2 mehî di komkujiyê de birîndar bibû, şehîd bû.
Omer li navendeke tenduristiyê dihat tedawîkirin, tevî hemû hewldanan jî şehîd bû.
Bi vê yekê hejmara şehîdên komkujiya Dêr Hafirê dibe 8.



