Di êrişên Îsraîlê de li Xezayê di 24 saetên dawî de 61 kes hatin kuştin.
Li gor vê yekê hejmara giştî yên miriyan derket 65 hezar û 344 kesan.
Her wiha hêzên Îsraîlê li Xezayê gelek avahî bombebaran kirin.
Bi operasyonên bejahî yên Îsraîlê re bîlanço giran dibe.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê de, agahiyên dawî yên derbarê windahiyên canî yên ji ber êrîşên domdar ên Îsraîlê û birçîbûnê de hatin parvekirin.
Di 24 saetên dawî de, li nexweşxaneyên Xezayê 61 kesên mirî û 220 kesên birîndar hatin ragihandin.
Hat ragihandin ku ji 18’ê Adarê û vir ve, piştî ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19’ê Çileyê de hatibû îmzekirin binpê kir, di êrîşên wê de 12 hezar û 785 Filistînî hatin kuştin û 54 hezar û 754 kes birîndar bûn.
Hejmara giştî yên miriyan derket 65 hezar û 344 kesan
Di êrîşên sîstematîk de ku li xalên belavkirina alîkariyê li Filistîniyan tê kirin, ji 27’ê Gulanê û vir ve hejmara kesên ku hatine kuştin gihîşt 2 hezar û 523’an û hejmara birîndaran jî gihîşt 18 hezar û 496’an.
Hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 65 hezar û 344’an û hejmara birîndaran jî gihîşt 166 hezar û 795’an.
Hêzên Îsraîlê li Xezayê avahiyan bombebaran dike
Li aliyê din artêşa Îsraîlê topbaran û bombebarana li dijî deverên cuda yên Xezayê didomîne.
Ajansa Nûçeyan a Filistînê-WAFA ragihand ku heta niha hejmara kuştiyan 65 hezar derbas kiriye.
Heman ajansê diyar kir ku balafirên Îsraîlê li kolana El Mexribî ya li taxa El Bisêra ya li başûrê Xezayê, malek bombebaran kir.
Di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li rojhilatê bajarokê El Zewadiye yê li navenda Xezayê erebeyek hate bombebarankirin.
Di encamê de zarokek hate kuştin û hin kes birîndar bûn.
Li gorî şahidên bûyerê hejmarek welatiyên sivîl hîn di hundirê avahiya Tel El Hewa ya li bajarê Xezayê de di bin kavilan de asê mane.
Ev çend roj e artêşa Îsraîlê avahiyên pirtebeqe diteqîne.



