Li Fasê protestoyên ji bo başkirina xizmetên tenduristî û perwerdeyê, di roja 6’an de dewam dike.
Ciwanên li welêt banga îstîfayê li hikumetê kirin.
Li aliyê din li Meksîkayê bi boneya salvegera komkujiya xwendekaran ya sala 1968’an xwepêşandan pêk hat.
Kolektîfa ciwanan a bi navê “GenZ 212”, şeva pêncşemê xwest ku hikûmet îstîfa bike.
Kolektîfê di demek kurt de zêdeyî 150 hezar endam kom kirin û li ser Discord xwe rêxistin kirin, tê destnîşankirin ku ti girêdana wê bi partiyeke siyasî re nîne.
Di xwepêşandanên li paytext Rabat, Kazablanka, Marakeş û Agadirê hatin lidarxistin de, dirûşmeyên “Gel tenduristî û perwerdeyê dixwaze” hatin berzkirin.
Rayedaran îdîa kirin ku di bûyeran de nêzî 300 kes birîndar bûn û piranî ji hêzên ewlekariyê ne.
Li gorî Berdevkê Wezareta Karên Hundir Raşid El Halfî, zêdeyî 400 kes hatin binçavkirin.
Her wiha zêdeyî 140 wesayîtên polîsan û 20 otomobîlên taybet hatin şewitandin.
Li Înezgan û Ucdayê saziyên civakî, şaxên bankayan û dikan bûn hedefa çalakvanan.
Serokwezîr Azîz Ahnnuş jî ragihand ku niyeta hikûmetê heye ku bersiva daxwazên ciwanan bide û diyalogê çêbike.
Çalakiyên protestokirinê, di serdema newekheviyên mezin ên civakî û zêdebûna nerazîbûnên têkildarî pergala tenduristiyê de tên lidarxistin.
Beriya niha li bajarê Agadirê li nexweşxaneyeke dewletê 8 jinên ducanî ji ber sezaryanê jiyana xwe ji dest dabûn û ev yek bûbû sedema mezinbûna nerazîbûnan û piştre jî li gelek bajaran xwepêşandanên hevşib hatibûn lidarxistin.
Li Meksîkayê ji bo salvegera komkujiya xwendekaran xwepêşandan pêk hat
Li aliyê din li Meksîkayê bi boneya salvegera komkujiya xwendekaran ya sala 1968’an xwepêşandan pêk hat.
Hejmareke zêde xwendekar, çalakvan beşdarî meşa protestoyî bûn.
Xwepêşanderan bi boneya 57. ya salvegera komkujiyê li herêma Tilate-lolco heta navenda bajarê Mexico City meşiyan.
Di meşê de alên Filistînê jî hatin bilindkirin.
Xwepêşanderan bal kişandin li ser pirsgirêkên ewlekariyê ên li kampusên li bajêr, û 43 xwendekarên ku di sala 2014’an de li eyaleta Guerrero winda bûne.
Di dema çalakiyê de di navbera xwepêşanderan û polîsan de şer derket.



