Dîrektorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Mai Sato, li ser xirabbûna rewşa mafên mirovan li Îranê hişyarî da.
Maî Sato diyar kir ku hikumeta Îranê piştî êrîşên Îsraîlê, bi darvekirin û sînordarkirina tund a civaka sivîl, ketiye rêya tawanên li dijî mirovahiyê.
Her wiha li Îranê di nav 10 mehan de hezar û 200 kes hatine darve kirin.
Dîrektorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Mai Sato, li ser rewşa mafên mirovan li Îranê, di civîna Komîteya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got ku gelê Îranê qurbanê du eniyan e.
Ji aliyekî ve êrîşên leşkerî yên biyanî û ji aliyê din ve jî tepisandina navxweyî ji aliyê hikûmeta Îranê ve.
Wî bi tundî rexne li darvekirinên berfireh, derxistina qanûnek nû ya sîxuriyê û zêdebûna girtinên girseyî li Îranê kir.
Mai Sato di axaftina xwe ya dawî de li Neteweyên Yekbûyî , rewşa mafên mirovan li Îranê wekî ji her demê xirabtir bi nav kir.
Wê got ku êrîşên asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê, her çend neqanûnî bin jî, divê destûr neyê dayîn ku tepisandina navxweyî ya sîstematîk ji hêla hikûmet ve werin veşartin.
Derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên Nukleerî de, Mai Sato got:
“Ev êrîşên li ser tesîsên ku di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî de bûn, dikarîbûn ji bo tevahiya herêmê bibin sedema karesatek mirovî û jîngehê.”
Li gorî amarên ku ji rayedarên Îranê hatine wergirtin, di êrîşên Îsraîlê de nêzîkî Hezar û 100 kes, di nav wan de jin û zarok jî hene, hatine kuştin û zêdetirî 5 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.
Mai Sato dest nîşan kir ku şer bi dawî bû, lê êşa gelê Îranê berdewam dike.
Bi mîlyonan kes ji malên xwe reviyane, jinên ducanî nikarin xizmetên tenduristiyê bistînin, û kêmneteweyên li Îranê di bin xetere û cudakarîyeke mezintir de ne.
Her wiha Mai Sato got ku hikûmeta Îranê li şûna parastina gel, bi girtinên girseyî bersiv da şer.
Mai Sato teqez kir ku di mehên dawî de zêdetirî 21 hezar kes, di nav wan de rojnamevan, çalakvan, bikarhênerên medyaya civakî û kêmnetew, li Îranê hatine girtin.
Li Îranê di nava çend mehan de hezar û 200 kes hatine darve kirin
Dîrektorê Taybet got ku pejirandina Qanûna Sîxuriyê ya nû li Îranê nayê qebûl kirin.
Ji ber ku ew qanûn dikare bibe sedema darvekirinên girsey ku ew jî wek jînosayît tê qebûl kirin.
Mai Sato got:
“Di 10 mehên borî de li Îranê zêdetirî hezar û 200 kes hatine darvekirin, ango rojane çar kes tên darve kirin.
Hikûmeta Îranê darvekirinan di asteke mezin de pêk tîne.”
Mai Sato got ku tenê ji sedî 80 darvekirinan bi fermî têne ragihandin û dibe ku hejmara rastîn pir zêdetir be.
Mai Sato da zanîn cezayên darvekirinê tenê amûrek e ji bo kontrolkirinê û afirandina tirsê di nav civakê de.



