Xelkê Siwêdayê ji bo vekişîna hêzên hikûmeta veguhêz ji gundewarên Siwêdayê û eşkerekirina aqûbeta kesên revandî û serbest berdana girtiyan, xwepêşendanek lidarxistin.
Koçberên gundewarê rojavayê Siwêdayê li ber avahiya parêzgehê xwepêşandanek li dar xistin.
Di xwepêşandanê de daxwaza mafê vegera malên xwe û vekişîna hêzên hikûmeta veguhêz ji gundên xwe kirin.
Her wekî xwepêşandêran dopêç û êrişên berdewam ên li ser bajar û gundewarên Siwêdayê şermezar kirin.
Li bajarê Şahba yê Siwêdayê jî xwepêşendanek pêk hat.
Li wir, bang li aliyên navnetewî hate kirin ku li zextê li hikûmeta veguhêz bikin da ku çarenûsa zarokên xwe yên revandî nas bikin û girtî werin berdan.



