Li Helebê, Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li ser rewşa Sûriyê û destûra nû civînek lidarxist.
Kesên di civînê de axivîn diyar kirin ku divê destûr li ser bingeha pirrengiyê bê ava kirin û rola jin û ciwanan di destûrê de bê misoger kirin.
Civîn bi durişmeya “Diyaloga Vekirî” pêk hat.
Di civînê de, rewşa li Sûriyê û avakirina destûreke nû ku tevahî pêkhatiyên Sûriyê tevlî bibin hate nirxandin.
Her wekî rêgirtina li ber xîtabên nefretê li ser bingehên olî û mezhebî hat nîqaşkirin.
Têkîldarî civînê, siyasetmedar Semîr Neşar li ser zehmetî û şaşiyên ku li Sûriyê hatin kirin axivî.
Neşar diyar kir ku divê pêşî li dubarebûna bûyerên li Siweydayê û beravê qewimîn were girtin û teqezî bi hesab xwestina ji sûcdaran kir.
Di dawiyê de, kesên axivîn teqezî bi avakirina hevkariyeke neteweyî ya rastîn kirin û gotin:
“Divê li dijî gotara nefretê û parçebûnê têkoşîn were kirin.
Li gel wê xebata ji bo avakirina çanda aştî û rêzgirtina di navbera pêkhateyên cûda de were xurtkirin.”



