Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê zêdetirî hezar û 500 rojnamevan hilbijartinên Iraqê bişopînin.
Hilbijartina dema şeşem a parlementoya Iraqê wê di 11’ê Mijdarê de bê lidarxistin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê eşkere kir ku wê 304 çavdêrên navdewletî çavdêriyê di hilbijartina parlementoya Iraqê de bikin.
Her wiha diyar kir ku wê zêdetirî hezar û 500 rojnamevanên navxwe û navdewletî jî pêvajoya hilbijartinê bişopînin.



