Neteweyên Yekbûyî ragihand, piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajarê el-Faşir ê herêma Darfurê bi dest xist, hefteyek şûnda, bi dehan hezar sivîlên sûdanî ji bajarok û gundên eyaleta Kordofana Bakur a Sûdanê reviyan.
Rêxistina Koçberiya Navneteweyî (IOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku ji pênc bajarok û gundan yên li Kordofana Bakur a li rojhilatê Darfurê, ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn hefteya borî keleha mezin a dawî ya artêşê bi dest xistibû, zêdetirî 36 hezar kes reviyan.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn di 26’ê Cotmehê de, piştî dorpêçiyek 18 mehan, kontrola el-Faşirê bi dest xist.
Ev der, bajarê mezin ê dawî yê li Darfurê bû ku li derveyî kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn bû û ji ber nûçeyên qirkirinê yên pir caran hatine ragihandin, bû sedema revîna bi hezaran sivîlan.
Ev şer, di encama têkoşîna desthilatdariyê ya di navbera Fermandarê Artêşa Sûdanê Abdulfettah el-Burhan û Fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Muhammed Hamdan Daklu de, di Nîsana 2023’yan de dest pê kir.
Kontrolkirina el-Faşirê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve, dê kontrola tam a pênc eyaletên herêma Darfurê bide wan û Sûdanê bi awayekî bandor li ser xeta rojhilat-rojava parçe bike, artêş jî bakur, rojhilat û navendê welat kontrol dike.
Serokwezîrê Sûdanê: Divê berpirsên tundiyê li el faşîrê bên darizandin
Li aliyê din serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs, di hevpeyvînekê de, piştî tundiya kujer a li bajarê el-Faşirê yê hefteyek berê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hate kirin, bang lêpirsîna navneteweyî kir, lê li dijî bicîhkirina hêzên biyanî derket.
Serokwezîrê Sûdanê, ji hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî bang kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn wekî rêxistineke terorê îlan bikin û li gorî wê têbikoşin.
Lê Kamil Îdrîs diyar kir ku bicîhkirina mîsyonên Hêza Aşitiyê ya Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê di çarçoveya dîrokî ya Peymana Neteweyên Yekbûyî de rewşek nexwestî ye.
Îdrîs got:
“Hebûna hêzên navneteweyî, serweriya Sûdanê û yekparebûna axa wê binpê dike.
Ev neqanûnî ye, bêîstiqrariyê zêde dike û bandoreke berevajî çêdike.
Artêşa Sûdanê û gelê wê, bi biryar in ku el-Faşirê rizgar bikin û azad bikin.”
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, şerê li Sûdanê bû sedema mirina bi dehan hezaran kesan, koçberbûna bi mîlyonan kesan û krîza mirovî ya herî xirab a serdema me.



