Li taxa E Beyadir a Ceremana, li gundewarê Şamê, zêrkerek hat kuştin û pereyên wî hatin dizîn.
Nûçegihanê me ragihand ku li taxa El Beyadir a Ceremana, li gundewarê Şamê, kesên çekdar, zêrkerê bi navê Îlyas El Baba “Ebû Cozêf” kuştin û pereyên wî dizîn.
Ev sûc di nav şêniyan de bû sedema nerazîbûnek berfireh.
Li deverên di bin kontrola hikumet veguhêz a Sûriyeyê de, kiryarên tundî, kuştin û tevliheviya ewlehiyê zêde bûne.



